Li Hollandayê lîberalan hilbijartin qezenc kir

Li Hollandayê lîberalan hilbijartin qezenc kir

Di hilbijartinên Hollandayê de partiya lîberal a VVD qezenc kir. Heta deqeya dawî partiya karkeran a demokrat PVDA bi partiya Lîberal re kete nava pêşbaziyeke mezin û bû duyemîn. Partiya ku herî zêde binket jî partiya dij penaberan a partiya azadiyê PVV bû.

Hilbijartina giştî ya Hollandayê bi serkeftina Lîberalan bi dawî bû. Li gorî vê ji sedî 74 deng ji partiya lîberal VVD’ê re çû û hejmara kursiyên xwe ji 31’ê gihand 41’ê. Hejmara kursiyên parlamentoyê jî 150 bû. Di anketan de heta dawiyê jî partiya lîberal û partiya karkeran a demokrat di nava pêşbaziyê de bûn. Partiya Karkeran PVDA bi ferqa du kursiyan bû duyemîn. PVD’ê hejmara kursiyê xwe ji 30’ê gihand 39’an.

SOSYALÎSTAN RÊJEYA DENGAN PARAST

Di pêvajoya kampanyaya hilbijartinê de sosyalîstan bi rêjeyeke mezin li bendê bû ku dengên xwe zêde bike. Lê ev yek pêk nehat. Lê partiya sosyalîs SP, 15 kursiyên xwe yên heyî parast û bû partiya 3’emîn ya herî mezin.

PVV DARBEYEK MEZIN XWAR

Di hilbijartinan de partiya dij penaber û YE’yê a Geert Wîlders, partiya Azadiyê PVV darbeyek mezin girt. PVV 9 kursî wenda kir û 15 kursî paşve çû.

KESKAN PAŞVEÇÛNA HERÎ MEZIN JIYA

Di hilbijartinan de partiya din ya herî zêde paşve çû ya Keskan bû. partiya kesan ji 10 kursiyên xwe 7 heb wenda kir.

PARTIYA RUSPIYAN JÎ CIHÊ XWE GIRT

Li gorî encamên hilbijartinan hejmara kursiyê partiyên din wiha ne: Xiristiyan demokrat CDA13 (-9), D66: 12 (+2), Yekitiya Xiristiyanan: 5, SGP 3 (+1), Partiya parastina mafê Sewalan PvdD: 2, Partiya Ruspiyan (50Plus) 2 (+2).

ENDAMÊN KURD

Di hilbijartinan de di lîsteyên SP û PVDA’yê de jinên kurd jî endam bû. Endama SP Saadet Karabulut hilbijartin qezenc kir. Lê yên Nurten Karili jî ku di rêza 52’emîn de di lîsteya PVDA’yê de têdikoşiya dê di rojê pêş de diyar bibe.

JI SEROKWEZÎR BRUTTE SOZA HIKÛMETA ARAM

Serokê VVD’ê Mark Rutte di derengiya şevê de axaftinek kir û got ku wan serkeftineke mezin bi dest xistine. Rutte diyar kir ku ew cara duyemîne dibin partiya herî mezin a Hollandayê û got dê hema dest bi xebatên avakirina hikûmetêbikin. Rutte soza avakirina hikûmeteke aram da.