Li Hong Kongê qezeya deryayê: 36 mirî

Li Hong Kongê qezeya deryayê: 36 mirî

Li Hong Kongê di enacama lihevketina keştiyan de qeza pêk hat û herîmê 36 kesî jiyana xwe ji dest da.

Qeza duh di saetên êvarê de li girava Hong Kongê li başûrê rojavayê girava Lamma pêk hat. Keştiya rêwiyan ku ji xwepêşendana fîşekên hewayî ya pîrozbahiya roja Neteweyî ya Çînê ve vedigeriya, bi keştiyeke biçûk ya ku pêş de dihat li hev qelibî. Li encama qezeyê de keçtiya ku 120 kes tê de bû de nîvê wê qulîpî deryayê.

Di qezayê de 28 rêwî li cihê bûyerê û 8 jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Piştî qezayê li 5 nexweşxaneyan herî kêm 100 nexweş hatin razandin û hate destnîşankirin ku 9 heb rewşa wan girane.

Hate hînbûn ku der barê qezayê de lêpirsîn hatine destpêkirin û kesekî ku ji keştiyê bi birîndarî rizgar bû diyar kir ku di deqeya 10’emîn a rêwistiyê de keştiyeke biçûk ya ji hember bi lezgîn dihat li Keştiya wan qelibiye û got wan di carekî de xwe di avê de dîtine.

Lamma ku 3 km li başûrêrojavayê Hong Kong’ê ye cihê turîstane. Ligel şahîdê trafîka herî qelebalix ya deryayê cîhanê ye jî keştiyên Hong Kongê xwedî ewlehiyeke gelek baş in.