Li HSYK giliyê dadgerên biryara redê dan, hat kirin

Li HSYK giliyê dadgerên biryara redê dan, hat kirin

Baroya Amedê, li gel Desteya Bilind a Dadger û Dozgeran giliyê dadgerên ku îmzeya xwe avêtine binê biryara redkirina daxwaza berdana parlamenterê BDP'ê, kir. Parêzer wê ji bo betalkirina biryarê jî sibê serî li dadgeha asteke bilindtir bidin.

Piştî ku 5. û 6. Dadgehên Cezayên Giran ên Amedê daxwaza berdana parlamenter Selma Irmak, Gulser Yildirim, Îbrahîm Ayhan, Faysal Sariyildiz û Kemal Aktaş red kir, parêzerên wekîlan ketin nava tevgerê.

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ragihand ku dadgehên herêmî yên biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn li ber çavan nagirin, sûc dikin û anî ziman ku wan li gel Desteya Bilind a Dadger û Dozgeran (HSYK) giliyê dadgerên ku îmzeya xwe avêtine binê biryara redkirina daxwaza berdana parlamenterê BDP'ê, kir.