Li Îdirê ji ber barîna berfê rêya 100 gundan hatin girtin

Li Îdirê ji ber barîna berfê rêya 100 gundan hatin girtin

Li Îdirê ji be berfa zêde rêya 100 gundan li çûn û hatinê hatin girtin.

Li Îdirê berfa ewil a salê ket. Bi barîna ewil a serê salê re rêya 100 gundan li çûn û hatinê hatin girtin. Li Îdirê ji serê sibê de barîna berfê dest pê kir. Ji ber berfa zêde di demek kin de her der sipî bû û rêya gundan li çûn û hatinê hatin girtin. Serokê Meclisa Giştî ya Îdirê yê BDP'î Cengiz Savaş, anî ziman ku li Îdirê zêde berf dibare û ji ber berfa zêde bi zahmetî xizmetê dikin.