Li Îdirê ji bo şervanê YPG'ê Avcı konê sersaxiyê hat vedan
Li Îdirê ji bo şervanê YPG'ê Avcı konê sersaxiyê hat vedan
Li Îdirê ji bo şervanê YPG'ê Avcı konê sersaxiyê hat vedan
Li Îdirê ji bo şervana YPG'ê Gozel Avci (Dicle Serhat) ku di roja cejnê de li gel agirbestê di êrîşa çekdarî ya El Qaîde de birîndar bû û jiyana xwe ji dest da konê sersaxiyê hat vedan.
Di 15'ê Cotmehê roja ewil a Cejna Qurbanê li gel peymana agirbestê çeteyên El Qaîde li gundê Sefa yê Rimelanê li dijî Yekîtiya Parastina Gel (YPG) êrîş pêk anî. Di êrîşa çekdarî ya çeteyan de şervana YPG'ê Gozel Avci (Dicle Serhat) jiyana xwe ji dest da. Ji bo Avci, li taxa Ozgurlukê ya Îdirê konê sersaxiyê hat vedan. Di konê sersaxiyê de alên PKK'ê û KCK'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Avci hatin vekirin. Di roja ewil a sersaxiyê de rêveberên BDP'ê yên Îdirê û gelek welatiyan ziyaret pêk anî. Di ziyaretê de rêveberên BDP'ê, endamên meclisa şaredariyê yên BDP'î, rêveberên HDP'ê û gelek kesên din amade bûn.
Di sersaxiyê de Serokê BDP'a Îdirê Mehmet Anar, anî ziman ku li gel roja cejnê û peymana agirbestê jî dîsa çeteyan êrîş pêk anî û wiha got: "Di olê îslamê de cejn rojên xêrê û pîroz in. Lê di van rojên xêrê û piroz de jî dîsa êrîşan pêk tînin û mirovan dikujin. Tu eleqeya El Qaîde û mislimantiyê bi hev tune.
Dayika Avci Hatice Avci jî anî ziman ku wê keça xwe fedayî têkoşîna azadiya Kurdistanê kir û wiha got: "Keça min 21 salin li çiyê azad ê Kurdistanê şerê azadiyê dida. Keça min ji bo doza xwe û armanca xwe xwe feda kir. Xwezî keça min nîşanî min dabûna. Ev ji bo min bû hesret. Serdana konê sersaxiyê bi girseyî berdewam dike.