Li Îdirê malbata Ozlu bikomî tevlî BDP’ê bû

Li Îdirê malbata Ozlu bikomî tevlî BDP’ê bû

Li Navçeya Qulpî ya Îdirê malbatên Ozlu yên eşîra Cunkî bi komî tevlî BDP'ê bûn.

Parlementera BDP’ê ya Îdirê Pervîn Bûldan, Endamê Meclisa BDP’ê Ebas Yoldaş, Serokê BDP’a Îdirê Mehmet Anar, Serokê HDK’a Îdirê Yûsûf Yildirim, rêveberên BDP’ê ên bajar, navçe û bajarokan, malbata Ozlu û gelek kes beşdarî merasimê bûn.

Li Navçeya Qulpê ya Îdirê malbatên Ozlu yên girêdayî eşîra Çunkî bi merasimekê tevlî BDP'ê bûn. Di merasimê de Serokê BDP'a Îdirê Mehmet Anar anî ziman ku gelê Kurd ji bo pêşeroja xwe û doza xwe di bin baneyê BDP'ê de dibe yek û ev girîng e. Serokê BDP'a Qulpê Nevzat Ulutaş jî bilêv kir ku, ew armanc dikin ku di hilbijartinê de şaredariyê bigirin destê xwe.

Di merasimê de Serokwekîla Koma BDP'ê û Parlamentera BDP'ê ya Îdirê Pervîn Bûldan jî axivî û got, tevlîbûna malbata Ozlu dê bêtir xizmetê ji aştî, yekîtî û tifaqa gelan re bike û wiha got: "Îro ji her demê bêtir pêdivî bi yekîtî, tifaqî û parvekirina demokratîk heye. Gelê Kurd bi salane têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê dide. Ev ji bo demokrasî û aştiyê pir girînge. Gelê Kurd qet û qet dest ji têkoşîna xwe bernade. Em hêvî û daxwaz dikin ku her kes malbata Ozlu ji xwe re bike mînak.

Buldan da zanîn ku, kurdên di partiyên wekî AKP, CHP, MHP'ê de cih digirin ji rûmet û nirxên xwe tawîzê didin û bang li wan kir ku dîsa li nasname û nirxên xwe vegerin.

Girseyê piştî merasimê malbata rêveberê BDP'ê yê Qulpê Alî Bulut ku bi awayekî şik mirî hatibû dîtin ziyaret kir.