Li Îlamê di nava 6 salan de 810 kes bûne qurbanên mayînan
Li Îlamê di nava 6 salan de 810 kes bûne qurbanên mayînan
Li Îlamê di nava 6 salan de 810 kes bûne qurbanên mayînan
Mayinên ji şerê Îran-Iraqê mane, hînê rê li ber mirinan vedikin. Li gorî daneyên rayedarên rejîma Îranê, li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Îlamê, di nava 6 salên dawî de 810 mirovên sivîl ji ber teqîna mayinan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî rapora ajansa dewletê ya Îranê, berpiryarê rejîmê yê li Îlamê Sadiq Rustem da xuyakirin ku li bajarê Îlamê di navbera salên 2007 û 2012'an de 810 kesan ji ber teqîna mayinan jiyana xwe ji dest dane.
Hêjayî gotinê ye, mayinên li Rojhilatê Kurdistanê dibin sedema wendahiyên giran, hînê ji sedema şerê Îran û Iraqê mane û ji bo paqijkirina wan xebateke cidî ji aliyê rejîma Îranê ve nayê meşandin.