Li Îlamê teqîn: 2 kes jiyana xwe ji dest dan

Li Îlamê teqîn: 2 kes jiyana xwe ji dest dan

Li bajarê Îlam a Rojhilatê Kurdistanê di encama teqîna mayinekê de 2 welatiyên Kurd jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku li Îlamê di encama teqîna mayinekê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan. Yek ji rayedarên leşkerî yên Îranê agahî da Ajansa Nûçeyan a Farsê û diyar kir ku teqîn di encama mayinek ya ku ji ber şerê Îran û Iraqê maye de pêk hatiye.