Li Îngilîstanê yekbûna malbatê ne gengaz dibe

Li Îngilîstanê yekbûna malbatê ne gengaz dibe

Li Îngilîstanê li gorî sererastkirinên koçberiyê yên nû ku tê payîn dê di hefteya pêş me de bê aşkera kirin, ji bo yekbûna malbatê sererastkirinên pir giran tîne.

Li Îngilîstanê li gorî sererastkirinên zagona koçberiyê ya nû ku dê bikeve rêvebernameyê, kesekî ku hevsera/ê wî/wê li derveyî welat be jib o bikare yekbûna malbatê çêbike herî kêm pêwîste hatina wî/wê ya sale 25 hezar 700 sterlîn be. Li gel vê biyaniyên ku dixwazin li Îngilîstanê destûra bicihbûnê bigirin , dê di bin testek giran ya ziman de jî derbaz bikin.

Rêxistinên koçberan yên li welat jî sererastkirin bi awayek tund rexne kirin û dan diyarkirin ku, li Îngilîstanê ji sêyan duwê gel dahata wan ya salane di bin 25 hezar 700 sterlîn de ye û her wiha ji bo koçberan yekbûna malbatê êdî ne gengaz dibe.

Sererastkirinên nû ne tenê dê mirovên derveyî Îngilîstanê bandor bike. Li gorî nûçeya Rojnameya The Guardianê, di rewşa niha de 53 hezar yekbûna malbatên ku bicihbûna wan derbaz bûye ji sedê 60’ê wan di çarçoveya sererastkirinên nû de dê betal bibin.

Zagona li ser mêzeya Wezîra Navxweyî Theresa May, weke din dikare zewaca kesekî/ê bi hemwelatiyek yê Îngilîz re zewicî jî xirab bike. Ji ber ku di vê zagonê de tê gotin ku tu kes nikare bi hemwelatiyek yê Îngilîz re bizewice û mafê bicihbûnê bistîne. Bi vî awayî ji bo kesên zewicî tenê çareyek dimîne, ew jî tenê dikarin dervey welat malbata xwe avabikin.

Rojnameyên Îngilîz rave dikin ku, hikumeta Îngilîstanê dixwaze salane hatina 250 hezar koçberan ya welat bi vê pêngavê daxînin 10 hezar kesan.