Li Înnsbrug’ê ji bo Ocalan Çalakiya Kon vedanê hate destpêkirin

Li Înnsbrug’ê ji bo Ocalan Çalakiya Kon vedanê hate destpêkirin

Li bajarê Înnsburg yê Awistûryayê bi armanca protesto kirina tecrîda li ser Ocalan û jib o azadkirina Ocalan Çalakiya Kon vedanê destpêkir.

Paralelî çalakiya rûniştinê ya bêdem ku li Strasbourgê hate destpêkirin, çalakiya ku di bin pankarta ‘Ji bo Ocalan azadî û ji bo gelê Kurd statû’ hate destpêkirin, wê kom bi kom nobetê bigirin. Di vekirina çalakiya Konê de rêveberê Komeleya Mala Kurdan Înan Petek axaftinek kir û balkişand li ser tecrîda Ocalan ku kete roja 339’mîn û berteka ku di gelê Kurd de daye avakirin. Petek anî ziman ku, “Tecrîda li ser Ocalan tê wateya tecrîda li ser gelê Kurd. Gelê Kurd li her dera ku jiyaya li hember vê bêhiqûqiyê rabûye ser lingan. Gelê me dê li her derê destpêkê li dijî tecrîdê û êrîşên her tim çêdibin berxwedanê bike.”



Di axaftinê de banga hişyariyê ya navnetewî hate kirin, her wiha hate gotin ku ew dê bi çalakiya Strasbourgê re di nava hevgirtinê de bin.