Li Îranê 2 Kurd hatin qetilkirin, li 4'an jî cezayê darvekirinê hat birîn

Li Îranê 2 Kurd hatin qetilkirin, li 4'an jî cezayê darvekirinê hat birîn

Hêzên dewleta Îranê, yek jê bi îşkencê 2 Kurd kuştin û li 4 Kurdan jî cezayê darvekirinê birî.

Kurdê bi navê Fazil Fettahî yê çend roj berê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve li Tehranê hatibû binçavkirin, hat ragihandin ku bi îşkenceyê hatiye kuştin. Şaredariya Tehranê jî bêyî haya malbatê pê bihesîne, cenazeyê Fettahî veşart.

Li gorî nûçeya malpera Kurdpa, rayedarên Îranî agahî daye malbata Fettahî ya ji bajarê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê ku Fazil Fettahî miriye.

Mûxafizên Şoreşê jî li bajarê Selmas ê Rojhilatê Kurdistanê welatiyekî Kurd bi çekê kuştin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, Semend Cîhangîr ê 35 salî ku roja Duşemê bi wesayîta xwe ji Selmasê diçû gundê Kabîk, li nuqteya kontrolê ya Mûxafizên Şoreşê yên Îranê ve bêyî hişyariyek bê dayîn, hat kuştin.

Tê gotin, cenazeyê Cîhangîr ê bavê du zarokan hînê di destê hêzên ewlekariyê yên Îranê de ye.

Şêniyên Selmasê radigihînin ku Mûxafizên Şoreşê di rojên dawî de bi nuqteyên kontrolê yên li dora Salmasê zextê li wan dikin û ji vê rewşê ne razî ne.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, hêzên dewleta Îranê ji destpêka meha Tebaxê û vir ve bi hinceta kasibkarî kirine 6 welatiyên Kurd kuştine, 5 jî birîndar kirine.

Ji aliyê din ve, Dadgehê Şoreşê yên Tehranê, cezayê darvekirinê da 4 Kurdên din ên ji bajarê Selmasê. Hat ragihandin ku Kurdên lê cezayê darvekirinê hatiye birîn Hamîd Ehmedî, Cemşîd Dehqanî, Cîhangîr Dehqanî û Kemal Melayî ne ku li girtîgeha Qizilhesar a li bajarê Kerec'ê tên ragirtin.