Li Îranê di erdhêjê de hejmara miriyan gihişt 250’yê

Li Îranê di erdhêjê de hejmara miriyan gihişt 250’yê

Duh li Bakûrêrojavayê Îranê erdhêj pêk hat û li gorî agahiyên hatine bidestxistin hejmara miriyan gihiştiye 250 yî. Her wiha hate hînbûn ku ji 2 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûne.

Li gorî ajansa nûçeyan a Fars, duh li rojhilatê eyaleta Azerbaycanê erdhêj pêk hatiye û heta niha 250 kes mirine û 2 hezar kes jî birîndar bûne. Fikara ku hejmara miriyan zêde be heye.

Hate zanîn ku 110 gundên girêdayê navçeyên Eher, Verzegan û Herîs ku navendên erdhêjêbûn bi giştî kavil bûne. Li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin. Ji bajarên derdorê sewqiyatan ekîbên tenduristiyê û beşa lezgîn tê kirin. Kesên birîndar bûne tedawiya wan li nexweşxaneyê didome û kesên ji bin kavilê tên derxistn jî bi lez û bez digihînin nexweşxaneyê. Wezîra Tenduristiyê Merziye Wahîd Destcerdî, destnîşan kir ku li navçeya Verzegan nexweşxaneyeke seyar hatiye avakirin.

Li herêmê 50 paşing pêk hatin û meznahiya wan di navbera 2,5 û 4.7 de diguhere. Ligel vê gel hate hişyarkirin ku bila nekevin xaniyên xwe.

Duh, li rojhilatê Azerbeycanê li gorî saeta herêmî di navbera 16.53 û 17.04’an de bi meznahiya 6.0 û 6.2 erdhêj pêk hat. Bi taybetî li herêmên çolter erdhêj bû sedema hilweşînan. Erdhêj li Rojavayê Azerbaycanê, Erdebîl, Zencan û Gîlan jî hatibû hîskirin.

Îran li ser xetên fayê yên sîsmîk cih digire. Li welat gelek erdhêjên mezin çêbûne. Erdhêja herî mezina salên dawî di sala 2003’an de meha kanûnê de li bajarê Bam pêk hatibû. 31 hezar kes miribû û ji sedî 25 nifûsa bajar kêm bibû.