Li Îranê di kargeha petrokîmyayê de şewat

Li Îranê di kargeha petrokîmyayê de şewat

Li Îranê di santrala petrokîmyayê de şewat derket. Di şewatê de kesek mir û 15 kes jî birîndar bûn.

Li gorî ajansa Sana ku girêdayê Wezareta Petrolê ya Îranê yeli başûrê welat li Mahşahr ya kompleksa petrokîmya ya Bandar Îmam de ji ber herikîna gaze şewat derket.

Şefê ewlehiyê yê şîrketa netewî ya Petrokîmya Kudretullah Nasirî diyar kir ku agir hatiye vemirandin û got ku unîteyên tretmanên santralê xesar nedîtine. Nasirî da zanîn ku di hin unîteyan de xebat hatiye rawestandin.

Tê destnîşankirin ku hilberîna di van satrlan de 4 milyon ton derbas dike û di nava van de polîmer, benzene, propan gaz, butan û mazot heye.

Piştî bûyerên petrokîmya û santralên nukleerê ya Îranê dem bi dem îdiayên sabotajê derketin holê.