Li Îranê, li bajarê Tebasê hezaz di ocaxek a komurê de pêk hat û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.
Bûyer saet di 09.00 de qewimî. Li gorî ajansa nûçeyan a Farsê, ji rayedarên Wezareta Kanza, Bazirganî û Pîşesazî Wahîd Abedînzazeh daxuyaniyek da û diyar kir ku heta niha 4 kes jiyana xwe ji dest dane û 4 kesên din jî wenda ne.
Abedînzadeh da zanîn ku di ocaxa komurê de 40 karker dixebitîn û got: “xebatên rizgarkirinê berdewam dikin.”