Li Îranê erdheja 6.2

Li Îranê erdheja 6.2

Li bajarê Tebrîz yê dikeve bakûrê rojavayê Îranê bi erdhejekî pileya wê 6.2 hejiya. Di derbarê windahiya can û mal de heya niha ti agahî nehatine girtin.

Navenda Sîsmolojî ya Zanîngeha Tehranê ragihand ku, erdhej li gorî demjimêra herêmî di 16.23’an de li 60 kîlomtreyî bajarê Tebrîzê di kûrahiya 10 kîlometreyî de rû da.

Di derbarê windahiya can û mal yê bajarê xwediyê şêniya 1,5 milyon kesî de ti agahî nehatin dayîn. Enstîtuya Lêkolînên Jeolojîk ya Amerîkayê ku hemû erdhejê cîhanê çavdêr dike, erdhej piştrast kir.

Îran li ser xetên fay yên sîsmîkê radiweste. Li welat gelek erdhejên mezin rû dan. Erdheja herî bixwîn ya salên dawî di Kanûna 2003’an de li bajarê Bam yê dikeve başûrê welat rû da û 31 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabû. Bi gotinekî din sedê 25’ê şêniya bajar miribû.