Li Îranê hay ji 7 girtiyên Kurd nîne

Li Îranê hay ji 7 girtiyên Kurd nîne

Tundiya rejîma Îranê ya li ser girtiyan her ku diçe zêde dibe. 7 girtiyên Kurd ên li girtîgeha Recayî ya bajarê Keriç tên ragirtin, ti agahî jê nayên girtin û nayê zanîn ka saxin an mirîne.

Li gorî rapora çalakvanên mafên mirovan, 5 girtiyên Kurd ên Sunî bi navê Şihram Ahmedî, Kawer Şerîfî, Hêriş Şerîfî, Galib Milkî û Behrûz Şaenverî ku jêre cezayê darvekirinê hatiye dayîn, heya niha nekarîne xizmên xwe bibînin û ti zanyariyek jî ji wan nayê girtin.

Hat ragihandin, girtî Kawa Weysî û Muxtar Rehîmî jî ku mamoste ne ji girtîgeha Recayî birine cihekî ne diyar û hay ji wan nîne.

Li gorî agahiyên hatin dayîn, her du girtiyên mijara gotinê, heya niha ti pêwendiyên wan li gel malbatê çênebûne û malbat ti xeber jê ne girtine.