Hat aşkerekirin ku hejmara zarokên zewicî zêdetirê 340 hezarî ye. Piraniya zarokên dizewicin di navbera 10-14 salan de ne.
Endamê Komeleya Parastina Mafê Zarokan a Îranê Ferşît Yezdanî di daxuyaniya da Ajansa Nûçeyan a Mehrê de aragihand ku li Îranê zêdetirê 340 hezar zarok zewicî ne. Yezdanî daneyên sala 2010 nirxand û da zanîn 342 hezar zarokên beriya bigihin temenê 18 saliyê li Îranê zewicî ne.
Yezdanî got; “Ji van kesên zewicîne 42 hezar di navbera 10-14 salî de bûn” û ragihand ku zarokên keç ên temenê wan ji 9 salî kêmtir jî zewicîne. Yezdanî wiha berdewam kir; “Tenê di sala 2020 de 716 zarokên keç ên temenê wan ji 10 salî kêmtir zewicîne."
Serokê Dîareya Şêniyê ya Tehranê Ehmed Komşeyî jî diyar kir ku li paytext Tehranê di sala 2011 de 75 zarokên temenê wan ji 10 salî kêm tir zewicîne.
ZEWACA ZAROKATÎ NE QEDEXE YE, PERWERDEYA JINÊ QEDEXE YE!
Heta beriya Şoreşa 1979’ê li Îranê zewaca zarokan qedexe bû, piştî ku kûralên şerîetê ketin dewrê, êdî zarokên keç di 9 saliyê de û yên kur jî di 15 saliya xwe de dikarin bizewicin.
Li Îranê zextên li ser jinan her ku diçin zêdetir dibin. Herî dawî, 77 beşên 36 zanîngehan li jinan hatin qedexekirin.”