Rejîma Îranê ku di warê dayîna cezayê dardekirinê de di cîhanê de yekemîn e, di dozek a gendeliyê (nelirêtî) de cezayê dardekirinê li 4 kesên din hate birîn. Îranê cezayê dardekirinên ku li 4 kesên sereke yên skandaka bankavaniyê ya herî mezin birî.
Li gorî nûçeya di çapemeniya Îranê de cih girt, doza gendeliya 2,6 milyar a di bankavaniyê de bi encam bû. Di dozê de ji 39 kesên dihatin darizandin, cezayê dardekirinê li 4 kesan hatin birîn û 33 kesên din jî bi cezayên 10, 20 û 20 sal hatin cezakirin.
Hat diyarkirin ku cezayê qemçiyan li du kesên serbest hatin berdan hatiye birîn. Berdevkê Darazê Xulam Huseyîn Muhsin Ejeî ragihand ku ev biryara dadgehê heta niha di asta nivîsandinê de y. Piştî nivîsandina biryarê dê ji bersucan re bê ragihandin.