Li Îranê jî li dijî Kurdan zext zêde dibin

Li Îranê jî li dijî Kurdan zext zêde dibin

Hat ragihandin ku piştî li Rojhilatê Kurdistanê rewşa zordarî û girtinan li ser Kurdan zêde bû ji aliyê çekdarên Rejîma Îranê ve li Mahabadê 3 karker hatin cezakirin û li Sine û Dêgulan jî 4 kes hatin girtin.

Li gorî rapora Malpera Komîteya Wekheviya Rêxistinên Karkeran, Dadgeha Înqilabî ya Mahabadê  3 karkerên bajarê Mahabadê yên bi navê Muhemmed Mewlanayî, Yusûv Ab Xerabat û Wehîd Seyda bi bi sedema endamên Komîteya Wekheviyê ya  Rêxistina Karkeran e 2 sal cezayê girtîgehê li wan hat birîn.
Ji aliyê din ve li gorî rapora Parastina Mafê Girtiyên Siyasî û Medenî li bajarê Dêgulanî yê girêdayî parêzgeha Sine yê kesek bi navê Elî Xalîdyan 4’ê Tebaxê bi sedema xerakirina aramiya neteweyî hatiye girtin, şandine cihekî ne diyar.

Di heman demê de li bajarê Sine 3 Kurd ên ji gundê Hûyê yê girêdayî bajarê Sine yên bi navê Serdar Ehmedî, Azad Rostemî û Behmen Rostemî ji aliyê îtlaatê ve hatine girtin.

Hêjayî gotiye berî niha jî li heman gundî, Rojîn û Cemal Rostemî ku, xwîşk û birayê hev in ji aliyê îtlaatê ve hatibûn girtin.. 

Ji aliyê din hemwelatiyekî din ê Kurd ê bi navê Qadir Zarî xelkê Serdeştê zêdetirî heyvekê ye tu agahî jê nayên girtin.