Li Îranê operasyona li ser Rojhilatê Kurdistanê: 24 kes hatin binçav kirin
Li Îranê operasyona li ser Rojhilatê Kurdistanê: 24 kes hatin binçav kirin
Li Îranê operasyona li ser Rojhilatê Kurdistanê: 24 kes hatin binçav kirin
Hêzên Rejîma Îranê duh li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê operasyon dabû destpêkirin, di encamê de 24 kes hatîbûn binçav kirin. Ji kesên ku hatine binçav kirin agahî nayên girtin.
Li derdora bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê 10’ê Cotmehê pevçûn çêbûyî bû û gelek ji hêzên şoreşê yên muhafizê hatîbûn kuştin. Piştî vê yekê Hêzên Rejîma Îranê duh li ser Kurdan Operason dan destpê kirin. Di operasyonê de li gundê Sawan yê girêdayî banê 24 kes hatin binçav kirin. Nayê zanîn ku kesên hatîne girtin birîne li kuderê. Hat ragihandin ku di operasyonê de li gelek gundiyan daye, malên wan bilav kirîne, derî û pençereyên wan şkandîne.
Hat ragihandin ku di nava kesên hatine girtin de 3 endamên mamostayên gund û saziya muxran jî hene. Hat zanîn ku hinek gund ji ber tirsa operasyonê xwe dane çiya.
Di çapemeniya Îranê de hatî bû gotin ku di 10’ê Cotmehê de li bajarê Banê yê li Rojhilatê Kurdistanê pevçûn çêbûne û divê pevçûnê de 7 kes ji hêzên şoreş yên muhalifê yên girêdayî Tabûra Beyt ul Muqaddas hatin kuştin.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyniyekê dabû diyar kirin ku têkiya wan bi pevçûnan re nîne.