Li Îranê zextên li ser Kurdan zêde bûne

Li Îranê zextên li ser Kurdan zêde bûne

Rejîma Îranê bi îdiaya ku alîkarî dane PJAK’ê cezayê bidarvekirinê dan du civanên ji Rojhilatê Kurdistanê. Li Ûrmiyê jî ji ber sedema ku, li dijî rejîmê progagande kirîne 3 kes 15 rojin kirîne binçavan de.

 

Dadgema rejîma Îranê ya li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Selmasê, du girtiyên Kurd yên bi navê Sabir Mamedi (38) û Nezmin Heyderî (40) bi îdiaya ku alîkarî dane Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê (PJAK) cezayê muebbetê li wan birîn.

Hat zanîn ku Sabir Mamedi yê ku cezayê muebetê girtî, pismanê Riza Îsmaîlê ku di meha Cotmehê de li girtîgeh aSelamê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye bi darve kirine.

Di navbera 26’ê Cotmehê û 4’ê Mijdarê de endamê PJAK’ê Habibullah Gulperîpur, li ger girtiyên siyasî  Şêrko Maarfî û Riza Îsmaîlî Mamedî hatibûn bi darvekirin. Di rewşa heyî de nêzî 30 girtiyên siyasiyên  Kurd di korîdorên mirinê de tên girtin. Di sala 2007’an de herî kêm 13 girtiyên siyasiyên Kurd hatibûn bi darvekirin.

Girtin û binçavkirinên Kurdan didomin. Li gorî Ajansa Mukiryan, sê Kurdên bi navê , Husên Zarei, fîroz Zareî û Sîrwan Seîdî li Ûrmiyê bi îdaiya ku li “dijî rejîmê propaganda” kirîne hatîne girtin. Her sê kes 15 rojin li Ûrmiye ji aliyê Muhafizên Şoreşê ve tên ragirtin.

Di vê navberê de hat ragihandin ku  li bajarê Bokanê Kurdekî bi navê Bêhnam Mehmûdzade yê xelkê Ûrmiyê hatiye girtin. Hat zanîn ku Mehmudzade ji ber ku alîkarî daye PJAK’ê hatiye girtin.

 Bênavber bidarvekirin jî didome. Li gorî Ajansa  Mukiryan di 26’ê Kanûnê de li bajarê Rojhilatê Kurdisatanê Ûrmiyê di seatên sibehê de 4 kes hatîne bi darvekirin. Hat ragihandin ku  4 kesên ku hatîn bi darvekirin nêzî 10 salan di girtîgehê de bûn û navê wan wiha ye. Mihemed Qizilbaş, Hîwa Mujdehî, Mihemed Aqacanî û Hesen Xebazî ne.

Li gorî ragihandina Îranê du kesên din jî ji aliyê rejîma Îranê ve cezayê bi darvekirinê lê hatîne birîn, lê piştî ku, malbatên wan ketîne navberê û lêborîn xwestîne ceza hatiye belatkirin.

Li gorî daneyên fermî li Ûrmiyê piraniy wan Kurd 25 kes ta niha hatîne bi dar vekirin. Wekedin di nava 3 mehan de herî kêm 176 Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatîne binçav kirin.

 BEŞA EDELATA CIVAKÎ YA KURDAN DI HIZRE BÛ ‘KOMKUJÎ’

Piştî ku Hesan Rûhanî di 3’ê Tebaxê de bû Serokkomar, li Rojhilatê Kurdistanê ji zext zêde bûn.

Parlementerê Merîvanê Omîdi Kerimyanî di axivtina xwe ya di 24’ê Kanûnê de li Parlementerê de kirî de destnîşan kirî bî Rûnahî tenê ji bo Kurdan “Komkujî” anî û got: “ ta niha beşê edaleta civakî ya ji bo Kurdan, tenê jib o Kurdan Kumkujî anî” Kerimyan pirs kir “Evane çima pêk hatin?”

Kerîmyan, bang li Serokkomarê Îranê Rûhanî kir û got: “Birêz Serokkomar Şîa û Kurdên Sûnnî çûn li ser sindoqan deng dan te. Ez hêvîdarim ku sozên ku te dayîne tuyê ji bîr nekî. Ji ber ku rêya teyê dîsan bikeve Kurdistanê .”