Li Iraqê 2 gorên komî yên 129 kesan hatin dîtin

Li Iraqê 2 gorên komî yên 129 kesan hatin dîtin

Wezareta Mafê Mirov a Iraqê di daxuyaniyekê de diyar kir ku du gorên komî yên kurdan li gundê Nugre Selman hatine dîtin.

Berdevkê Wezareta Mafê Mirov a Iraqê Kamil Emîn ji Navenda Nûçeyan a Tora Ragihandina Iraqê têkildarî 2 gorên komî daxuyani da u wiha got: “Du gorên bi komî li navîna gundê Nugre Selman hatin dîtin û termê 38 kesan di nav de ye. Hemû hestiyên hatin dîtin yên zarokan in:"

Kamil Emîn diyar kir ku di gorekî din a komî de jî hestiyên 91 kesan hatine dîtin û wiha got: “Cil û bergên kurdî li ber wan hene û di pêla Enfalê ya sala 1988’an de hatin binax kirin.” Piştî ku sala 2003’an rejîma Iraqê hat jinavbirin, li gelek navçeyên Iraqê gorên bi komî yên ku kurd tê de bûn, hatin dîtin.