Rejîma Nûrî El Malikî îro li Bexdayê 3 jê jin 21 kesan bi dar de kir.
Berdevkê serokdweletê Iraqê Heyder el Seadî di daxuniyeke nivîskî de diyar kir ku 21 kesên bi hinceta beşdarî bûyerên “terorîzmê” bûne hatine dardekirin. Hate ragihandin ku ji vana 3 jin in. Der barê nasnameya kesên hatin îdamkirin de daxuyanî nehat dayîn.
Li gorî rêxistina Efûya Navneteweyî di sala 2011 de li Iraqê herî kêm 68 girtî hatin dardekirin. Rêxistina Efûyê (Amnesty) di daxuyaniya di meha tîrmehê de weşand de ragihand ku pêkanîna cezayê dardekirinê yê 200 kesan li Eyaleta Enbarê hatiye erêkirin û xwest ceza were rawestandin.
Rêberê Şiî yê Iraqê Nûrî el Malîkî bi îdîaya welêt ber bi dîkdatoriyê ve dibe tê rexnekirin.