Wezareta Dadê ya Iraqê aşkere kir ku 6 kesên din li Iraqê hatine îdamkirin. Hêjayê gotinê ye ku pêkanîna cezayê îdamê li Iraqê her ku diçe zêdetir dibe.
Wezareta Dadê ya Iraqê da zanîn ku piştî cezayê dardakirinê yê 6 kesan ji aliyê serokkomariyê ve hatiye pejirandin, hatiye pêkanîn. Hat diyarkirin ku ji vana 4 kes ji ber karên “terorê” û 2 kesên din jî ji ber “revandin û kuştina mirovan” hatine tawanbarkirin. Hate zanîn ku her 6 mehkûm roja 8’ê cotmehê hatine îdamakirn.
Di 7’ê cotmehê de jî 11 kes ji aliyê Iraqê ve hatin dardakirin. Hat diyarkirin ku ji vana kesek ji Cezayirê û her 10 esên din jî welatiyên Iraqê ne û ji sucên “xebatên terorîstî” hatin dardakirin.
Li gel vana hejmara kesên ku ji serê sala 2012 ve hatin dardakirin gihişt 119 kesî. Ji ber zêdebûna pêkanîna cezayê îdamê yê li Iraqê rêxistin û saziyên navneteweyî nerazîbûn nîşan didin.
Di serî de NY, gelek sazî û rêxistinên mafê mirovan ên navneteweyî diyar dikin ku rêveberiya Bexdayê ji bo pêkanîna cezayê îdamê rêbaza “moratoryumê” bi kar tîne. Komîsre Mafê Mirovan a NY’yê Navi Pillay meha çileya borî daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ji darizandinên li Iraqê bi fikar in û pêkanîna cezayê dardakirinê weke “tirsnak” bi nav kir.
Li Iraqê piştî dagirkirina Iraqê ji aliyê DYA’yê ve cezayê dardakirinê hatibû rawestandin. Piştî ku dîktatorê berê yê Iraqê Seddam Huseyîn hate dardakirin, ceza careke din hat rojevê û rêveberiya hukûmeta Malikî îdîa dike ku cezayê dardakirinê kesên êrîşên olî û etnîkî yên li Iraqê pêk tîne “ditirsîne”, ji ber wê jî tê pêkanîn.