Di gelek êrîşên li hemberî hêzên ewlehiyê yên Iraqê de ji 30’yî zêdetir kesî jiyana xwe ji dest da. Êrîşa ku herî zêde rê li ber wendahiya can vekir, êrîşa li bakurê Bexdayê ku wesayîteke bombebarkirî teqiyabû, pêk hat. Hate hînbûn ku di êrîşê de herî kêm 9 kes mirine û 30 kes jî birîndar bûne.
Li bakurê Kerkukê jî mîlîtanan êrîşê xaniyê malbateke tirkmen kirin û hate hînbûn ku di êrîşê de stûyê dê-bav û keça wan hatiye birîn û hatine qetilkirin.
Di sê êrîşên din yên başurê bajar de jî 7 leşker mirin û 11 leşker jî birîndar bûn. Li bakurê Bexdayê, Tîkrîtê jî mîlîsên bi çek 4 polîs kuştin û her wiha li nêzî Baladê di encam teqîna bombeyê de 3 mîlîsên aydê Sahvayê hatin kuştin.
Li Sammarra yê li nêzî qereqoleke polîsan êrîşa bomberî pêk hat û hate hînbûn ku polîsek û endamekî Sahv hatiye kuştin.
BÎLANÇO GIRAN E
Di bûyerên tundiyê de di meha tîrmehê de hejmara miriyan wekî 325 hate ragîhandin. Ev yek jî nîşan dide ku ji meha tebaxê ya 2010’an heta niha wendahiya can ya herî mezine. Bûyerên şîdetê li gorî slên 2006-2007’an kême lê dem bi dem mîlîtan êrîşan pêk tînin. Di 31’ê tîrmehê de li 27 xalên cuda êrîş pêk hatibû.