Li Iraqê êrîşên bombeyî: 7 mirî

Li Iraqê êrîşên bombeyî: 7 mirî

Di encama du teqînên şevê din piştî fitarê li navçeyên Mehmûdiye û Mendeyn ên paytexta Iraq Bexdayê pêk hatin de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Rayedaran ragihand ku êrîşa yekemîn li teqîna yekemîn li navçeya Mehmûdiye ya 30 metre ji Bexdayê dûr e pêk hat, di êrîşê de tevî nexweşxaneyê 3 hedef hebûn. Di encama teqînê de polîsek hat kuştin.

10 deqe piştî êrîşa yekemîn, êrîşa duwemîn jî li Medeyna 20 kîlomtre ji Bexdayê dûr bû pêk hat. Di encamê de 6 kes jiyana xwe ji dest dan, 15 kes birîndar bûn. Di teqîna li Necefê 23 kes birîndar bûn.

Di teqîna di meha borî li Iraqê pêk hat de 84 kesan jiyana xwe ji dest dan.