Xeyala neo-osmanî ya ‘’hilweşîner, berbelavkar û desttêwerdanî’’ ya dewleta Tirk ya di derbarê Rojhilata Navîn de di rojeva Îraqiye de ye jî. Bertekên derdorên siyayî yên Îraqî li hemberî Tirkiye, Suîdî Erebîstan û Qetarê ku li hemberî rejîma Basar El Esad a Sûriyeyê roj bi roj zêdetir dibe.
Roja duşembê parlementerê Parlementoya Îraqê Elî Subber ê Koma Muatîn, bal kişandine ser projeyên hevpar ên Suîdî Erebîstan, Qetar û Tirkiyeyê û diyar kir ku hewl tê dayîn ramana selefî(Misilmanên Sunnî) bi piştgiriya Amerîka û Israîlê li dinyaya ereb were ferzkirin.
Elî Subber got ku pêşengiya vê projeyê ya li ser dinyaya ereb ev her sê dewlet dikin û diyar kir ku hewl tê dayîn ev proje bi bi ferzkirina Selefî û Tekfîrîyan were sepandin. Li gorî Subber her sê dewlet jî hewl didin ku projeya DYA- Israîlê bi cih bînin.
Suuber wiha got; ‘’Ev proje berdewama wê projeyê ye ku beriya niha jî hewl hatibû dayîn ku ji hêla Siûdî Erebîstanê ve li ser Îraqê were sepandin lê bi ser neketibû. Ji bo ku gelên Îraqê xwedî vîn in ev projo di rabirduyê de bi ser neketibû û her wiha wê îro jî bi ser nekeve. ‘’
Subber diyar kir ku Kurd û hikûmeta Kurdistanê wekî hemû îraqiyan piştgirî nedaye vê projeyê û bi berdewamî wiha ragihand; ‘’Loma Hikûmeta Kurdistanê di kêferata avakirina bajarên kurdan de ye, pêwendiya wan niha li ser vê ye.’’
Wezîrê Hîndekariya Bilind a Îraqê, Elî Edîp, her sê dewletên ku hewl didin têkildarî karê hundir ê Îraqê bidin wekî, ‘’yek dewleta mîkroskobîk’’ û ‘’herdu dewletên din’’ pênase kir û bal kişand ser wê ku evana dixwazin bi yekdestiyê Osmanîtiya nû berbelav bikin.
Muhamed Seyhu ê ku ji fraksiyana Dewleta Qanûnî de ye ku Serokwezîr Nûrî El Malîkî jî endamê wê ye, li gel Israîl, Qetar û Siûdî Erebîstanê hikûmeta Kurdistanê jî di nav wê blokê de bi cih kir ku hewl didin hikûmeta Besar Esad a li Sûrî hilweşînin û ew hêz tawanbar kirin ku dixwazin pergala Îraqê ya nû û demokratîk hilweşînin.
Têkiliyên hikûmeta navendî ya Îraqê û Tirkiyeyê di van çend mehên dawî de gellek nebaş bûne. Piştî ku di 2yê Tebaxê de Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê, Ahmet Davutoglu bêyî destûra saziyên Îraqî serdena ‘’ebabozî’’ kir, têkiliyên navbera herdu dewletan nebaştir bû. Hikûmeta Îraqê piştî vê gerê nota da Tirkiyeyê û di 7ê Tebaxê de jî biryar da ku têkiliyên xwe yên bi Enqereyê re di ber çavan re derbas bike.
Têkiliyên hikûmeta navendî û yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di rewşa herî nebaş de ye.