Li Iraqê li dijî Şîiyan êrîş: 23 kes mirin

Li Iraqê li dijî Şîiyan êrîş: 23 kes mirin

Li Başûrê Iraqê li dijî Şîiyan êrişa bombeyî pêk hat û hate zanîn ku di êrîşan de herî kêm 23 kes mirin.

Li bajarê Hîlla di dema derbasbûna heciyên Şiî de du bombe teqiyan û di encamê de 18 kes mirin û 71 kes jî birîndar bûn.

Di êrîşa bombeyî ya li bajarê Kerbelayê de jî ku bajarê herî pîroz yên Şîiyane û gora îmam Huseyîn li wire jî 5 kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn.