Li Iraqê roja bi xwîn: Herî kêm 53 kes mirin

Li Iraqê roja bi xwîn: Herî kêm 53 kes mirin

Li Iraqê li seranserê welat di endama êrîşên bombeyî û çekdarî de herî kêm 53 kes mirin û dehan jî birîndar bûn. Duh li Kerkuk, Bexda û derdora wê êrîşên bombeyî pêk hatin. Di beşeke mezin a êrîşê de polîs û hêzên ewlehiyê hedef hatin girtin.

Rayedaran diyar kir ku li seranserê welat ji 10’an zêdetir êrîş pêk hatine. Li bajarê Sadr Cîty a Bexdayê duh êvarê teqînek pêk hat û 11 kes mirin û 41 kes jî birîndar bû. Li Taxa Zafraniye a Bexdayê jî di teqînê de gelek kes mirin.

Dîsa li taxa Huseyniye a Bexdayê wesayiteke bombebarkirinê teqiya û herî kêm 7 kes mirin 30 ks jî birîndar bûn.

Li Kerkukê jî bombeyeke li ber rayedarekî artêşê hatibû bicihkirin û di encama teqîna bombeyê de birayê rayedar mir û ji malbata wî 6 kes birîndar bû. Li Dakukê jî di encama êrîşa întîxarî de 7 polîs mirin.