Li Îrlandaya Bakûr lêpirsîna 'Yekşema bi Xwîn'

Li Îrlandaya Bakûr lêpirsîna 'Yekşema bi Xwîn'

Şefê polîsên Îrlandaya Bakûr Matt Baggott, diyar kir ku artêşa Îngilîz 40 sal beriya niha komkujiya bi navê “Yekşema bi Xwîn” a ku ket dîrokê pêk anîne û ragihand ku der barê vê komkujiyê de lêpirsîn dê bê destpêkirin.

Yek ji komkujiyên bi xwîn ên Îngilîstanê li Îrlandaya Bakûr pêk anî, “Yekşema bi Xwîn” dikeve ber lêpirsînan. Di 30’ê çileya 1972’yê de girtiyên Îrlandayî anîn dadgehê. Girseya qelebalix a ku girtinan qedexe kir, li rastî êrîşa leşkerên Îngîlîz hatin û di encamê de 13 Îrlandayî hatibûn kuştin. Di xwepêşandanê de yek ji birîndaran piştre jiyana xwe ji dest dabû.

Baggott, di daxuyaniya da de ragihand ku divê bûyera Yekşema bi Xwîn were lêpirsîn û diyar kir ku ew bê bi xwe lêpirsînê bi rê ve bibin. Alîkarê Baggota Drew Harris jî diyar kir ku dê 30 polîs beşdarî vê lêpirsînê bibin û ew hîna li destpêka vê lêpirsînê ne.

Ev daxuyaniyên ji aliyê rayedarên Îrlandaya Bakûrî ên der barê bûyerê de dilê xizmên kesên di komkujiyê de hatin kuştin şa kir. Birayê Michael Kelly ê ku di wê demê de jiyana xwe ji dest dabû John Kelly diyar kir ku ew bi vê biryarê keyfxweş bûn. John Kelly ragihand ku divê leşkerên berpirsên bûyerê bên girtin û darizandin.

Hikûmeta Îngîlîz jî di rapora bi navê Savilleyê de der barê bûyerê de hatibû amadekirin de aşkere kiribû ku kesên hatine kuştin hemû bê çek û bê guneh bûn. Ev rapor di sala 2010 de hatibû aşkerekirin. Serokwezîrê Înglîz David Cameron, di axaftina der barê mijarê de kiribû de lêborîn xwestibû.