Li Îtalyayê erdhej: 3 mirî, 50 birîndar

Li Îtalyayê erdhej: 3 mirî, 50 birîndar

Li bakûrê Îtalyayê vê sibehê erdhejekî bipêla 5.9 rû da. Di erdhejê de 3 kes mirin, herî kêm 50 kes jî birîndar bûn.

Navenda Lêkolîna Jeolojîk ya Amerîkayê ragihand ku, erdhej di navbera Modena û Mantova qasî 36 kîlometran dûrî bajarê Bolognayê û 10 kîlometre di kûrahiya erdê de rû daye.

Hat ragihandin ku, di erdhejê de avahiyên kevin ziyan dîtine, ban kelişîne, di kuleyên dêran de kelişîn çêbûne û hinek dîwarên keviran xirap bûne.

Erdheja ku di demjimêrên siharê de rû dayî, bixirap bûna kargehekî seramîkan ya li Ferrarayê karkerek, li Sant-Agostînoyê jî 2 karkeran jiyana xwe ji dest da. Yekîneyên alîkariya destpêkê ragihandin ku, nêzî 50 kesan jî birîndar bûne û rewşa kesên birîndar başe.

Li Îtalyayê erdheja herî dawî sala 2009’an rû da. Di erdheja ku li L’Aquîla ya bi tundiya 6,3 rû dayî de 300 kesan jiyana xwe jidest dabû.