Li bakûrê Îtalyayê erdhejek bi hêza 5.8 rû da.
Li gorî Navenda Lêkolînê ya Jeolojîk ya Amerîkayê, erdhej li nêzî bajarê Modena yê di navbera Bologna û Parma yên li Bakûrê Îtalyayê de, 9.6 kîlometre di bin erdê de pêk hat. Ev erdheja bi pêla 5.8, li heman herêma ku erdheja beriya hefteyekê li Îtalyayê pêk hat û 7 kesan têde jiyana xwe ji dest da, rû da.
Hat diyarkirin ku gelê li Mîlanoyê, Bologna û heta bajarî Fîrenzeyê û gelek bajarên li bakûrê welêt bi erdhejê hesiyan. Li gelek bajaran bû sedema tirs û panîkê. Lê heta niha nûçeyên mirî an jî birîndaran nehatine.