Li Îzmir û Mêrdînê 9'ê Cotmehê hat şermezarkirin

Li Îzmir û Mêrdînê 9'ê Cotmehê hat şermezarkirin

 Li Mêrdîn û Îzmirê bi sedema şermezarkirina 9'ê Cotmehê Roja derxistina Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan a ji Sûriyê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Di meşên meşaleyî de 9'ê Cotmehê hat şermezarkirin û azdadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwestin.


ÎZMÎR

Rêxistina BDP'ê ya Bayrakli ya Îzmirê bi armanca şermezarkirina 9'ê Cotmehê roja derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê heta Depoya Avê ya Gumuşpala meşa maşelayî pêk anîn. Girsê di meşê de pankarta “Em komploya 9'ê Cotmehê bi nifrîn şermezar dikin. vekir û bê navber siloganên “Bijî Serok Apo”, “Nêzîkatiya Ocalan nêzîkatia şer û aştiyê ye" û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin. Koma ku posterê rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin meşiyan. Serokê BDP'a Bayrakli Cesim Altindag, 15'emîn salvegera 9'ê Cotmehê şermezar kir û wiha got: "Ji sala 1999'an heta niha Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan di bin tecrîda kiran de têkoşîna aştî û demokrasiyê dide. Heta ku Rêberê me bigêje azadiya xwe em tê vê têkoşînê berdewam bikin."

Li navçeya Karabaglarê ya Îzmirê jî heman armacê çalakî hat lidarxistin. Koma çalakî pêk anî heta Pazara Îzmîrê ya berê çalakî pêk anî.

MÊRDÎN

Meclisa Ciwanan a BDP'ê ya Mêrdînê jî bi heman armancê li taxa Saraçoglu meşa meşaleyî pêk anî. Di meşa meşaleyî de bi sedan welatiyên ku li Goristanê li hev kom bûn, pankarta "Em dê komploya 9'ê Cotmehê bi agirê dilê xwe bibersivînin" vekir û alên HPG, KCK, YPG'ê rakirin. Girsê bê navber siloganên "Bijî berxwedana Rojava", "Bê serok jiyan nabe" berz kirin û meş pêk anîn. Koma ku heta Qada Yeniyolê meşiyan û piştre heta Taxa Saraçoglu meşiyan. Komê piştî meşê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girt û "Çerxa Şoreşê" xwendin. Piştre li ser navê komê SerokêBDP'a Mêrdînê Reşat Kaymaz, daxuyani da û 9'ê Cotmehê şermezar kir. Komê piştî daxuyanî da lastîk pêxistin û belav bûn.