Li Îzmîrê banga dilsoziyê li hikûmetê hat kirin
Li Îzmîrê banga dilsoziyê li hikûmetê hat kirin
Li Îzmîrê banga dilsoziyê li hikûmetê hat kirin
Bi bûneya 1’ê Îlonê Roja Aşîtiya Cihanê li Îzmîrê bi tevlîbûna hezaran meşek li darxistin. Di meşê de nêzîkatiyên Tirkiyeyê yên çevt hatin protestokirin. Pêvajoya ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî dest pêkirin, ji bo bi rewşekî ji dil bi pêşkeve bang li hikûmetê hat kirin.
Bi hezaran çalakvanên ku li qada Başmanê li hevkombûyîn bi pankartên ku li ser “Ji destwerdana emperyalista li Sûriye re na, li Welat, Rojhilata Navîn û li cihanê aşîtî” hatîn nivîsandin hilgirtin. Meşvanan hertim duruşmeyên daxwazên aşîtî û Rêberê Gelê Kurd Ebdullah Ocalan duruşme avêtin.
Li ser navê saziyên ku li qada Konak’ê amade bûn, berdevkê Meclîsa Aştiye Coşkun Üstercî daxuyanî xwand. Üsterci bal kişan li ser Rojhilata Navîn ku, demekî dirêje şer, dagirgerî û komkujî tên jiyan kirin û got: “ Komkojî êdî gihiştîne astekî ku di hefteyên paş me de li Sûriyeyê bêy ku bêjin jin an zarok bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin.”
Üstercî bal kişande ser pêvajoya çareseriya demokratîk a ku li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin, ji bo ku ev pêvajo berdewam bike û bi gihe armancê pêwiste dewleta Tirk vê gava ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin bi cidî bide meşandin.
Piştre parlementerê BDP’ê yê Mûşê Sirri Sakik diyar kir ku, ew bi boneya 1’ê Îlonê li qadanin û wiha axivî: “Em li qadane ji bo ku şerê bi qirêj ê 30 sale tê meşandin bidîn rawestandin. Em li qadanin ji ber em naxwazin ne gerîlayên Kurd û ne jî leşkerên Tirk bêne kûştin. Em li qadane ji bo dengê xwe bilind bikîn li dijî şerê Rojhilata Navîn. AKP nikare li welatê xwe aştiyê çêke, hewildide li Rojhilata Navîn aştiyê çêke. Berî her tiştê li welatê xwe aştiyê çêkin.”
Sakik nerazîbûn nîşanî gotinên ku hikûmet di daxuyaniyê xwe de dibêje ‘gerîla paşda naçe’ û wiha got: “ Gerîla li ser gotina xwe sekinî. 9 mehe ne xwîn ne jî hêsrên çavan dirêjin. Ji vêna hîn pîroztir ma wê çi hebe? Xala ku em hatinê ji bo we bangawaziya me a dawiye, em ji bo ku li vî welatî aştiyê bidene avakirin em dê tekoşîna xwe berdewam bikîn. Em we jî, ji bo ku hûn erkên xwe bi cih bînin vedixwînîn ser kar.”
Piştî daxuyaniyan koruya zarokan derkete ser dîkê.