Li Îzmîrê ciwanekî kurd bedena xwe da ber agir

Li Îzmîrê ciwanekî kurd bedena xwe da ber agir

Ciwanê kurd Mahsun Ozen  (22) ku li Îzmîrê dijî bi armanca ku esareta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bike bedena xwe da ber agir.

Ozen li pişt xwe nameyeke bi dîroka 20’ê kanûna 2012’an hişt û di nameyê de got: “Xeta çalakiya ku Musliman, Musteyan û Evînan afirandiye wek berpirsyariyeke giran û pîroz li pêş min e.

Xwendekarên kurd yê li Îzmîrê dijî Mahsun Ozer  bi armanca ku esareta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bike di şeva ku 28’ê Kanûnê bi 29’ê Kanûnê ve girê dide, li daristana ku nêzî Abîdeya aştiyê ya navçeya Bayrakliyê bedena xwe da ber agir.  Cenazeyê Mahsun Ozen rakirin morga Tîpa Edlî ya Îzmîrê.

Mahsun Ozen ku di 15’ê Tebaxa 1992’an de li gundê Dengiza girêdayê navçeya Savur a Mêrdînê hat dinê, ji ber zextên dewletê malbata wî di 7 saliya xwe de koçî îzmîrê kir.

Mahsun Ozen di 2011’an de bi îdiaya endamê PKK’ê hat girtin û du salan di girtîgeha Tîpa F ya Kiriklarê ma û di 2012’an de hatibû berdan.

Birayê Ozen, Halît Ozen (Çekdar Cudî) di 2004’an de li Cudiyê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û hat hînbûn ku xwişkek wî jî tevli refê HPG’ê bûye.

Ozen li pey xwe nameyeke ji du rupelan pêk tê ya bi ser navê ‘Jiyan jî mirin jî dilpakiye’ hişt. Bavê Ozen Burhan Ozen got: “Kurê min ji bo esareta li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan protesto bike bedena xwe da ber agir. Kurê min yê din jî şehidê Kurdistanê ye.

Nameya Ozen wiha ye:

‘Jiyan jî mirin jî dilpakiye!

Mirov ji bo ku çi dikin û ji bo çi dijîn di seranserê dîrokê bêguman  li bersiva van pirsan geriyane. Bi hezaran sal berê mirovahî bi vê pirsê re rû bi rû hatiye. Ev pirs di hişê mirovahiyê de her tim cihê xwe parastiye û kêm be jî bersiva wê dîtiye. Ji ber wê ye ku, li dijî zîhniyeta destpo ya dîrokê serî hildaye û kevneşopiya serhildanê afirandiye.

Ev kevneşopî tenê li cihekî bi sînor nemaye û li cîhanê wek meşaleyekê ronî bûye. Dîrok êdî gîrdabekê dijî û ji ber vê ye ku dengê bindestan pêl bi pêl mezin dibe, diguhere û ruyê destpotan derdixe holê. 

Li cîhaneke ku êdî mirin, komkujî ji rêzê bûne yek gotinek heye û ew jî azadiye.  Kevneşoiiya jiyandin û jiyana azad diherike. Di vê rê de mirin jî hedefa xwe gihandina armancê ye. Bila neçîrên modernîteya kapîtalîst bizanin û vê jibîr nekin ku her rêberê ku ew dikujin dibe ku li ser van axa di warê fîzîkî de tunebe  û neyê dîtin.

Hêza li vê derê, berxwedana jiyana azad a kesayetê rêber di nava civakê de afirandiye ti carî ji holê ranabe û nayê kuştin. Gelek rêber, pêxember û zanayên di dîrokê de, ji vê re mînak in. Lê belê dengê azadiyê yê piştre berz bûn, ti carî ji holê ranebû. Li axa Kurdistanê ya em lê çê bûn û mezin bûn, ev mînak rastiyek e.

Lê belê ya ku divê neyê jibîrkirin ew e; ku li vê axê ji raperîn û daxwaza statuya jiyana azad ti carî veger çênebûye. Gelê Kurd ê gelek caran rastî xiyanet, komkujî û talanê hat, cara yekemîn e ewçend nêzî jiyana azad dibe.

Tevgera PKK'ê û Rêber Birêz Abdullah Ocalan ku di destpêka salên 1970'î de derket pêş û li her parçeyên Kurdistanê bi şiyara afirandina Kurdistana yekbûyî belav bû, biryardariya xwe ya ji bo avakirina pêşerojeke azad gav bi gav bicih tîne.

Bi daneheviya dîrokî bersiv ji pirsa 'li cîhana me ya îro çawa dikare were jiyîn?' hat dayîn û bi pratîkên xwe re cih li TC û zîhniyetê modernîteyê teng kir. Bi komployeke navneteweyî re ragirtina Rêber Apo li girava Îmraliyê jî, li pêşiya tevgera PKK'ê û gelê Kurd nekarî bibe asteng.

Li hemberî vê yekê hikûmeta TC'ê ji bo zîhniyeta modernîteya demokratîk a tevgera PKK dixwaze biafirîne ji holê rabike û demokrasiyek li gorî xwe bide jîn, ket nava hewldanên mezin.

Asta heyî nîşan dide ku hikûmeta TC bi komkujî û zextên xwe re, tişta xwestiye bi dest nexistiye. Nekarî xwe li pêşberî biryardariya afirandin û jiyîna jiyana azad a gelê Kurd rabigire û neçar maye biçe gel Rêber Apo. Lê belê tevî ku nêzî 10 me hin agirbest jî heye hikûmeta TC û alîgirên wê daxwazên gelê Kurd û Rêber Apo bicih neaniye. Vê jî têrê nekir, dest bi qetilkirin û girtina gelê Kurd kir. Hikûmeta TC'ê bi erênî nêzî pêvajoyê nebû û feraseta xwe, dijminahiya xwe ya li hemberî çareseriyê nîşan daye.

Berxwedana azadiyê û biryardariya Rêber Apo ya di jiyanê de, li derveyî axa Kurdistanê belav bûye û bûye biryardariya berxwedanê ya gelên bindest. Zîhniyeta modernîteya kapîtalîst a hewl dide bê Rêber Apo bikeve sala nû divê jibîr neke ku PKK a bi ruhê serhildan û berxwedanê dest bi rêya xwe kiriye û gelê Kurd heta negihêjin armanca xwe dê ranewestin. Divê TC vê yekê bi vî rengî fêm bike. Pêwîste hebûna vî gelî bi Rêber Apo qebûl bike û ji jiyana azad a bi Rêber Apo re amade be.

Bi hezaran ewladên Kurd beşdarî berxwedana Mazlûman, Kemalan dane destpêkirin bûne. Hezkirina Zîlanan, Bêrîtanan a ji bo jiyana azad, Nûda, Rojîn û Gulanan, der heqê dijmin de rê li ber teqîneke mezin vekirine. Jiyana li çiya berhev bû, êdî dê ti astengiyan qebûl neke. Her kesayetekî-e Kurd li zîndanê jî li çiyê jî zaniye li ber xwe bide û baweriya xwe ya ji bo azadiyê winda nekiriye.

Xeta çalakiyê ya Musluman, Mûstafayan, Evînan weke xeteke pîroz û berpirsyariyeke giran li pêş min e. Bi daxwaza jiyana azad û meşa di rêya wan de ez şukranên xwe pêşkêşî tevgera PKK'ê, şehîdên Kurdisatnê, gelê Kurd û muhesela van hemûyan Serok Apo dikim. Bi baweriya ku felsefeya Rêber Apo ya di jiyaneke ewçend qirêj de deriyê jiyana azad li me vekir û berxwedan afirand, silavên xwe yên şoerşgerî, hezkirin û hurmetên xwe pêşkêş dikim...

Bijî Serok Apo
Bijî HPG, YPG, PKK , KCK
Bijî Kurd û Kurdistan
Şehîd Namirin
20/12/2013
Brûsk Gundî (Mahsun Özen)"