Li Kamyaran 3 pasdarên Îranê hatin kuştin
Li Kamyaran 3 pasdarên Îranê hatin kuştin
Li Kamyaran 3 pasdarên Îranê hatin kuştin
Li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Kamyaranê, di bûyereke li nêzî gundê Lun ê navçeya Çalawe de 3 pasdar hatin kuştin, 10 jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyên ji herêmê hatin wergirtin, li nêzî gundê Lun ê navçeya Çalawe yê bajarê Kamyaran ê ser bi herêma Kirmanşahê, bi bûyerek sedem ne diyar de 3 pasdar hatin kuştin û tevî fermandar û berpirsê wan 10 pasdar jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku bûyera duh piştî nîvro ji ber teqînekê rû daye û piştî teqînê helîkopterên rejîmê bênavber li ser herêmê geriyane.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku yek ji pasdarê hatiye kuştitn Cewad Selîmî kurê Seyid Ebase. Tê gotin ji birîndaran ên rewşa wan giran rakirine nexweşxaneyên Sine û Kirmanşanê.
Der heqê bûyerê de heta niha ti daxuyanî nehatine dayîn.