Li Kato 1. Mihrîcana Aştî, Çand û Hunerê ya Zozanê Çelecengê dest pêkir

Li Kato 1. Mihrîcana Aştî, Çand û Hunerê ya Zozanê Çelecengê dest pêkir

Li Zozanê Çelecenge yê Çiyayê Katoyê 1'emîn Mihrîcana Aştî, Çand û Hunerê dest pê kir. Di mihricana ku nobeta aştiyê bê girtin de, bang li hemû gelê Rojhilata Navîn hat kirin û hat xwestin ku li aştiyê xwedî derkevin.

1'emîn Mihrîcana Aştî, Çand û Hunerê ya Zozanê Çelecengê ya li Çiyayê Katoyê ku 2 rojan berdewam bike dest pê kir. Bi hezaran welatî ji bo tevli mihrîcanê bibin hatin Zozanê Çelecengê kom bûn û mihrîcan dest pê kirin. Di mihricanê de li gel Parlamenterên BDP'ê, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, rêveberên BDP'ê dayikên Roboskiyî, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kesên din amade bûn. Dema dayikên Roboskîyi hatin qada mihrîcanê girsê dayik bi coşek mezin pêşwazî kirin. Qada mihrîcanê bi rengê kesk, sor û zer hat xemilandin. Dîsa li girên qada mihrîcanê alên PKK û KCK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Mihrîcanê ji bo kesên di têkoşîna aştî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Serokê Komeleya Çiyayê Cilo Halît Soydan axivi û diyar kir ku aştiya cîhanê bi aştiya herêmê ve girêdayî ye. Soydan, da zanîn ku di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de dixwazin li Çiyayê Kato Cilo ku bi salan e şahidî ji şer û mirinê re kiriye êdî bibe qada aştiyê û li vî ciyayî banga aştiyê bikin. Soydan, da zanîn ku ew dixwazin wekî gelê kurd alîgiriya xwe ya aştiyê bînin ziman û dîsa daxwaza xwe ya aştiyê dubare bikin.

Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Adîl Zozanî û Parlamentera BDP'ê ya Amedê Emine Ayna jî li vir axaftin kirin û daxwazên xwe yên aştiyê anîn ziman.

Piştî axaftinan panela aştiyê hat lidarxistin. Di panelê de nivîskar Ragip Zarakolu û Îhsan Çolemergî li ser aştiyê axivîn. Di panelê de Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û Endamê heyeta Komîsyona Aqilmendan a Derya Reş Yakup Levent Korkut jî li ser Aştiya Rojhilata Navîn axivîn. Mihrîcan bi konsera Kadir Çat, Yunus Agiri, Mesut Gever, Xezal, Koma Sorxwîn û Hozan Arif berdewam dike.