Li Kelarê Newroz bi coş hate pîroz kirin

Li Kelarê Newroz bi coş hate pîroz kirin

Xelkê parêzgeha Kelarê li bajarokê Rizgarî li meydana pişta bazara rizgarî bi tevlîbûna sedan kesî Newroz pîroz kirin. Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb da diyarkirin ku, ew weke PÇDK piştgiriyê didin pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û tişta bikeve ser milê me em amadene pêkbînin.

Li herêma Federala li bajarokê Rizgarî ya ser bi parêzgeha Kelar li meydana pişta bazara rizgarî bi tevlîbûna sedan kesî Newroz pîroz kirin. Pîrozbahî ji aliyê PÇDK û Hemwelatî Azad û Yeksan ve hat li dersixtin.

Berdevkê Hemwelatî Azad û Yeksan Azad Qadir derket ser dikê. Qadir destpêkê newroza tevayî gelê kurdistanê û Neworaz beşdarvanan pîroz kir. Qadir di axaftina xwe de anî ziman ku, ev Newroz newrozek dirokiye ji bo gelê Kurd û wiha pêde çû: " Gelê Kurd bi kedek gelek mezin xwe gihan vê astê, êdî divê her kes bizane gelê Kurd nêzîkî azadiya xwe bûye." Piştre Babê Şehî Karwan Elî peyama Rêberê Gelê Kurd Abudullah Ocalan xwend.

Hevserokê Partî Çareserî Demokratî Kurdistan (PÇDK) Diyar Xerîb jî derket pêşya gel, Newroza gel pîroz kir û diyar kir ku, ji bo gelê Kurd ev newroz gelek girînge, ji ber ku gelê Kurd ji asta înkarkirinê gihiştiye astek wisan ku niha tevayî cihan hejandiye û wiha got: " Rêberê gelê Kurd pêvajoyek nû daye destpêkirin em weke PÇDK piştgiraya xw e didin diyarkirin. Ji bo ev pêvajo bi awayek tendurist pêş bikeve tişta dikeve ser milê me, em amadene, ji bo azadiya gelê Kurd xebat bidin meşandin."

Her wiha Xerîb di berdewamîya axaftina xwede got ku, wê ev Newroz bibe sembola aşitiyê, ji ber ku azadiya gelê Kurd û Rêberê wê nêzîk bûye û wiha berdewam kir: "Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo rojhilata naviî gelek girînge divê bi taybet rewşenbirên Başûr peyama Rêbertiyê çewt nekin. Ji ber ku di mesaj mesajek aşitiya gelane bi hev re jiyankirina gelane."Di dawîya axafitan xwede Xerîb sipasiya xwe ji bo gelê Kelarê anî ziman û wiha got: "Gelê devera Germiyan gelekî êşkişandiye, bi enfalan re rû bi rû maye, vî gelî ji bo azadiyê xebatek gelek mezin daye meşandin. Ji pêşketin û aşitiyê erk dikeve ser milê vî gelî divê her kes xwedî li erkê xwe derkeve."

Li ser navê koma beşdarî Newroza Amedê bûyî Endamê Encûmenî Hemwelatî Azad û Yeksan Serdar Star axivî. Star destpêkê Newroza gel pîroz kir û silavên gelê Bakûrê Kurdistanê pêşkêşî girseyê kir, girseyê bi coşek mezin biçepik û tîlîliyan pêşwazî kir. Serdar diaxftina xwede anî ziman ku, ev Newroz jibo gelê Kurd qonaxek nû daye destpêkirin û wiha got: "Ev serdem serdama kurdên Rêber Apone, Kurd tenê bawerî bi Rêber û çiyayên xwe tînin û pişta xwe dide Rêberê xwe û çiyayê xwe. Felsefa Rêber Apo ne tenê Bakûr digre nava xwe ji hemû Kurdistanê û rojhilata Navîne. Azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd li Bakûr û Rojava erkê me ye."

Di berdewamiya pîrozbahî de hunermed Hune Fetah Rezayî, Lalo Rencder, Remezan Xurmantoyî, Dilzar Zilar û komên herêmê derketin ser dikê sitranên xwe pêş kêş kirin û bi govende û duruşmeyan şahî bi dawî bu.