Hate ragihandin ku, di pevçûnên etnîkî yên li başûrê rojhilatê Kenyayê de 48 kes mirin.
Li herêma Çemê Tana yê eyaleta Sahîl, duh di demjimêrên dereng yên şevê de di navbera komên Orma û Polomo de peçvûn rû da û hate aşkera kirin ku, kesên mirine piraniya wan jin û zarokin.
Daxuyaniya ku şefê polîsan yê herêmê Joseph Kitur dayî AFP’ê got, pevçûnên ku weke ‘bûyerên pir xirap’ bi nav kirî, 31 jin, 11 zarok û 6 zilam mirin.
Herêma ku pevçûn lê derketî, yek ji herêmên Kenyayê yên herî feqîre. Li vê herêmê di navbera etnîkên cûda ji ber sedema ne li hevkirinên lawir, geya û avê heya niha bi sedan kesan jiyana xwe jidest dane. Lê belê qasî bûyerên duh heya niha rastî bi bûyerek wisan hovane nehatine. Hate ragihandin ku, kesên duh mirîn piraniya wan bi palayan yan jî bisaxî şewitandine û wisan kuştine.