Li Kenyayê li dijî Dêran êrîşa bombeyî

Li Kenyayê li dijî Dêran êrîşa bombeyî

Li dijî du dêrên rojhilatê Kenyayê bibombeyên dest êrîş hate kirin û di êrîşan de 16 kes mirn, ji 40’an zêdetir jî birîndar bûn.

Êrîş li bajarê Garîssa yê nêzî sînorê Somaî rû dan. Di demjimêrên siharê de di dema ku torena olî li dêrê dihat kirin, kesên êrîşkar destpêkê erkdarên ewlekariyê yên li wir kuştin û piştre bombeyên dest avêtin nava gel. Di êrîşa de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 40 kesan jî birîndar bûn. Rêxistina Xaçasor ya Kenyayê ragihand ku, rewşa 10 birîndaran girane.

Heya niha ti kesê berpirsyartiya êrîşê negirtiye ser xwe, rayedarên Kenyayî rêxistina El Şabab ya Somaliyê ku girêdayî El Qaîdeyê ye berpirs girt.

Di navbera rêxistina El Şabab û Kenyayê li ser herêma sînor pevçûnên bixwîn didomin. Tê texmîn kirin ku, sedemê êrîşan zêdebûna operasyonên hikumetê yên li ser herêmên sînorin.