Li Kerboranê ji 4 zarokên hatin binçavkirin 2 jê hatin girtin
Li Kerboranê ji 4 zarokên hatin binçavkirin 2 jê hatin girtin
Li Kerboranê ji 4 zarokên hatin binçavkirin 2 jê hatin girtin
Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ji 4 zarokên hatibûn binçavkirin 2 jê hatin girtin.
Li navçeya Kerborê ya Mêrdînê polîsan têkildarî çalakiyên 29'ê Tîrmehê û 16'ê Tebaxê bi ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan de zarokên bi navê R.K. (16), K.C. (16), O.D. (16) A.V.O. (17) hatin binçavkirin.
Zarokên ku hatin binçavkirin serê sibê sewqî dozgeriyê hatin kirin.
Dozger A.V.O. (17) û K.C. (16) serbest berdan û R.K. (16) O.D. (16) jî sewqî dadgehê kirin.
Heyeta dadgehê jî 2 zarok bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" û "Li dijî xala 2911'an derketine girtin û şandin girtîgehê.