Li Kerboranê serdegirtinên 15'ê Tebaxê: 12 binçavkirî

Li Kerboranê serdegirtinên 15'ê Tebaxê: 12 binçavkirî

Li Kerboranê der barê pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê de polîsan avêtin ser gelek malan û 12 kes kirin binçavan.

Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, polîsên Tirk îro danê sibê avêtin ser gelek malan. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, tevî polîsên taybet ên ji navenda Mêrdînê hatin veguhastin, bi sedan polîsan di operasyona serdegirtinê de cih girtine. Di operasyona ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê hat rêvebirin de, der barê "Pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê" de 12 kes hatin binçavkirin.

Hat hînbûn 12 kesên hatine binçavkirin birine Muduriyeta Emniyetê ya Mêrdînê. Ji ber biryara nepenîtiyê, der barê lêpirsînê de agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.