Li Kerboranê xwendekarê zanîngehê hate binçavkirin

Li Kerboranê xwendekarê zanîngehê hate binçavkirin

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di serdegirtina malê de xwendekarê zanîngehê Tayîp Oguz hate binçavkirin.

Li gorî agahiyan serê sibê tîmên taybet û polîsan sivîl li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê bi ser malekê de girt. Di serdagirtinê de Xwendekarê Zanîngeha Afyonê Tayîp Oguz hate binçavkirin. Oguz birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê. Sedema binaçvkirina Ozguz nehate zanîn.