Li Kerkûkê 25 mirî, zêdetirê 100 birîndar
Li Kerkûkê 25 mirî, zêdetirê 100 birîndar
Li Kerkûkê 25 mirî, zêdetirê 100 birîndar
Îro li Kerkûkê li ber rêveberiya giştî ya polîsên Kerkûkê rêzeteqînek pêk hat. Hat diyarkirin ku di encama êrîşên xwekujî de 25 kes jiyana xwe ji dest dan û derdora 100 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên çavkaniyên nexweşxane û tenduristiyê yên Kerkûkê dane, heta niha hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 25’an û nêzî 100 kes jî birîndar bûne. Guman heye ku hejmara miriyan zêdetir bibe.
Hate diyarkirin ku teqîn di encama êrîşên xwekujî yên bi wesayitan pêk hatin de pêk hatiye. Heta niha tu kesê berpirsyartiya êrîşan negirtiye ser xwe.
Herî dawî roja 16’ê çileyê, Li Kerkûkê di saetên danê sibê de teqînên dijwar pêk hatin û bajar veguherî gola xwînê. Di teqînên ku bi taybet avahiyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hedef hatin girtin de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dabûn û bi dehan kes jî birîndar bibûn.
Hêjayê gotinê ye ku ev êrîşên di van demên dawiyê de li Kerkûkê li hemberî Kurdan pêk tên, piştî ku rêveberiya Bexdayê xwest leşkeran têxe bajêr zêdetir bûn. Serokwezîrê Iraqê Nûr El Malikî Hêza Operasyonê ya Dîcleyê ber bi Kerkûkê ve şand û ev yek rê li ber nerazîbûnek tund a Hukûmeta Herêma Kurdistanê vekir. Rêveberiya Hewlêrê ji bo parastina bajêr bi hezaran pêşmerge şand Kerkûkê.
Piştî wê, li navçeya Xurmatû ya Kerkûkê, di navber hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de, roja 16’ê mijdarê peçvûnek qewimî. Li gorî agahiyên fermî kesek di pevçûnan de jiyana xwe ji dest da.
Di demek de ku Pêşmerge û artêşa Iraqê hatin hemberî hev, bi taybet di meha berfanbarê de êrîşên li Kerkûkê yên li dijî Kurdan zêde bûn. 31’ê berfanbarê, di saetên danê êvarê de li dijî avahiyê PDK’ê êrîşên çekdar û bombeyî pêk hatin û di encamê de 21 kesan jiyana xwe jid est dabûn. Di pevçûnan de 4 êrîşkar jî hatibûn kuştin.