Li Kerkûkê êrîşa bombeyî

Li Kerkûkê êrîşa bombeyî

Li bajarê Kerkûk yê Başûrê Kurdistanê di encama êrîşa biwesayîtekî tejî teqemenî pêkhat de, li gorî agahiyên destpêkê herî kêm kesekê jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Teqîn li nêzî avahiya qeymeqamtiya li navenda bajar li ser rêya Bexdayê rû da. Li gorî çavkaniyên polîsan, herî kêm kesekê jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn. Çavkaniyek din ya ewlekariyê jî got, 2 mirî û 10 birîndar hene. Ji ber teqînê li derdor zirara aborî çêbû.

Li Beîcî ku 200 km dikeve bakûrê paytextê Iraq Bexdayê, di dema operasyonek ya artêşa Iraqê de pevçûna rû da û helîkopterek hate xistin. Di helîkopterê de 4 kes mirin.

Li gorî daxuyaniya 1’ê Cotmehê ya Mîsyona NY ya li Iraqê, di nava meha Îlonê de di pevçûnên li Iraqê de 979 kesan jiyana xwe ji dest da, 2 hezar û 133 kes jî birîndar bûn. Di êrîşan de herêma ku herî zêde ji êrîşan bandor bûyî Bexda ye. Li gorî NY li herêma paytextê 418 kes mirin, ji hezaran jî zêdetir birîndar bûn. Piştî Bexda, Nînowa, Diyala, Selahedîn û Enbar tê.

Piraniya êrîşan El Qaîde dike. Piranî êrîş li dijî mizgeft, bazar, merasimên cenaze û heta sahayên futbolê ên civaka Şiî diçinê pêktên.

Li gel van êrîşan rewşa Iraqê di ewlehiyê de weke salên 2006-2007 vegerî şerê mezhebî. Li gorî hinek çavdêran, ev pêla tundiyê dê heta hilbijartinên giştî ên 2014’ê dom bike.

Alîkarê nûnerê taybet ê NY yê Bexdayê Gyorgy Busztin mijar anî ser koçberiya nava Iraqê kir û behsa “paqijiya etnîkî” kir. Busztin got: “Çavtirsandin û gefên ku komên çekdar ên illegal li gel dikin ku malên xwe terk bikin, nayê qebûl kirin û ev binpêkirina mafê mirovane.”

Li Iraqê ji sala 2006’an û vir ve, piranî şerê mezheban ê di navbera salên 2006 û 2007’an de, nêzî 1,13 milyon kesan malên xwe terikandin. NY îro hêjan dibêje ji vana 467 hezar kes di şert û mercên nebaş de jiyan dikin.