Li Kerkukê êrîşa xwekujî

Li Kerkukê êrîşa xwekujî

Li navendeke artêşa Iraqê ya li Başûrê Kurdistanê bajarê Kerkukê, çalakiyeke xwekujî rû da û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 11 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin, ku îro serê sibê li nêzî baregeha artêşa Iraqê ya li navçeya Kerkuk Keywanê, çalakgerekî bi wesayîteke bombebarkirî çalakiyek pêk hatîn.

 

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama teqîna wesayîtê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan 11 kes jî birîndar bûn.

Piştî bûyerê kesên birîndar rakirine nexweşxaneyên derdorê û ji ber ku rewşa hinek ji birîndaran girane, tirs û fikar tê kirin ku hejmara miriyan zêde bibe.