Li Kerkûkê teqîn: 15 mirî, 88 birîndar
Li Kerkûkê teqîn: 15 mirî, 88 birîndar
Li Kerkûkê teqîn: 15 mirî, 88 birîndar
Li gorî agahiyên destpêkê, di teqînên dijwar ên ku îro li nêzî avahiya Polîsên Kerkûkê rû da de, herî kêm zêdetirê 15 kes jiyana xwe ji dest dan û zêdetirê 88 kes birîndar bûn. Her wiha rêveberê giştî yê polîsên parêzgeha Kerkûkê Serhet Qadir jî birîndar bû.
Bajarê Kerkûkê îro careke din bi teqînan hejiya. Li gorî agahiyên çavkaniyên polîsên Kerkûkê dane, di encama teqînê de zêdetirê 15 kes jiyana xwe ji dest dan û bêtirê 88 kes jî birîndar bûn. Guman heye ku hejmara miriyan zêdetir bibin. Di nava birîndaran de Rêveberê giştî yê polîsên parêzgeha Kerkûkê Serhet Qadir jî heye.
Herî dawî roja 16’ê çileyê, Li Kerkûkê di saetên danê sibê de teqînên dijwar pêk hatin û bajar veguherî gola xwînê. Di teqînên ku bi taybet avahiyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hedef hatin girtin de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dabûn û bi dehan kes jî birîndar bibûn.
PIŞTÎ BEXDA XWEST BIKEVE BAJÊR ÊRÎŞ ZÊDE BÛN
Hêjayê gotinê ye ku ev êrîşên di van demên dawiyê de li Kerkûkê li hemberî Kurdan pêk tên, piştî ku rêveberiya Bexdayê xwest leşkeran têxe bajêr zêdetir bûn. Serokwezîrê Iraqê Nûr El Malikî Hêza Operasyonê ya Dîcleyê ber bi Kerkûkê ve şand û ev yek rê li ber nerazîbûnek tund a Hukûmeta Herêma Kurdistanê vekir. Rêveberiya Hewlêrê ji bo parastina bajêr bi hezaran pêşmerge şand Kerkûkê.
Piştî wê, li navçeya Xurmatû ya Kerkûkê, di navber hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de, roja 16’ê mijdarê peçvûnek qewimî. Li gorî agahiyên fermî kesek di pevçûnan de jiyana xwe ji dest da.
Di demek de ku Pêşmerge û artêşa Iraqê hatin hemberî hev, bi taybet di meha berfanbarê de êrîşên li Kerkûkê yên li dijî Kurdan zêde bûn. 31’ê berfanbarê, di saetên danê êvarê de li dijî avahiyê PDK’ê êrîşên çekdar û bombeyî pêk hatin û di encamê de 21 kesan jiyana xwe jid est dabûn. Di pevçûnan de 4 êrîşkar jî hatibûn kuştin.