Li Kerkûkê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da

Li Kerkûkê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da

Li Kerkûkê di encama teqîna bombeyekê de, kesekî jiyana xwe ji dest û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Li gorî agahiyên bi dest ketine îro saet 15:20’na de li bajarê Kerkûkê li taxa 1’ê Hezîranê bombeyeke hat teqandin û di encamê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da, yek jî bi giranî birîndar bû. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku kesê mirî û birîndar bûyî guman heye ku xwediyê bombeyê ne. 

Polîsan derdora taxê girtin û lêkolîn der barê bûyerê de dan destpêkirin.