Li Kerwas bi berxwedana gel leşker vekişiyan
Li Kerwas bi berxwedana gel leşker vekişiyan
Li Kerwas bi berxwedana gel leşker vekişiyan
Li gundê Kerwas ê girêdayî navçeya Licê ya Amedê leşkerên ku xwestin dibistana ji aliyê gundiyan ve hatiye çêkirin xera bikin rastî berxwedana gel hatin. Leşkerên Tirk di encama berxwedanê de bi temamî vekişiyan.
Li gundê Kerwas ê navçeya Licê ya Amedê leşkerên xwestin dibistana bi armanca perwerdeya Kurdî ji aliyê şêniyên gund ve hatiye çêkirin xera bikin rastî berxwedana gel hatin û neçar man vekişiyan.
Danê sibehê leşkerên bi gelek wesayîtên zirxî hatin gund rastî berxwedana gel hatin û hewldanan xerakirina dibistanê bê encam ma.
Piştî ku leşker bi temamî ji herêmê vekişiyan gundiyên derdorê jî vegeriyan gundên xwe. Li gund danê êvarê ku jiyan asayî bû gel ji nû ve bi karê xwe yê rojane re mijûl bû.
Danê nîvro ku leşker bi temamî ji derdora gund vekişiyan rêyên danê sibehê li çûnûhatinê hatibûn girtin ji nû ve hatin vekirin. Lê belê hat ragihandin ku li hin nuqteyên leşkerî kêm jî be leşker mane.