Li Kîel’ê damezrandina PKK hat pîrozkirin
Li Kîel’ê damezrandina PKK hat pîrozkirin
Li Kîel’ê damezrandina PKK hat pîrozkirin
35. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Almanya Kîel'ê bi şahiyekê hat pîrozkirin.
Ji bo 35. salvergera damezrandina PKK'ê, Kurdên li bajarê Almanya Kîelê dimînin, şevek organîze kirin. Şev bi beşdariya bi sedan kesî li salona dawetê ya li taxa Garden Arcadîa Eventsaalê pêk hat û ji bo bîranîna cangoriyên azadiya krudistanê û du welatparêzên li Geverê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin qetilkirin, destpê kir.
Piştî rêzgirtinê li ser navê saziya Dostaniya Kurd û Almanan a Kîelê Seyidxan Akçîçek axaftinek kurt kir. Di şevê de axaftina Hevserokê Desteya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik bi rêya sînevîzyonê hat nîşandan.
Di şevê de yek ji nûnerên PYD'ê yên Ewropayê Rûhat Rojava diyar kir ku dîroka PKK'ê dîroka afirandina hebûna gelê Kurd a ji tinebûnê ye û got, "Têkoşîna me ya bi keda gel û şehîdên me ava bû, îro ji bo tevahiya gelên cîhanê li ser navê sosyalîzm, demokrasî û azadiyê bûye çavkaniya hêvî û îlhamê."
Rûhat Rojava bibîr xist ku di roja îro de li ku devera cîhanê behsa têkoşîna li dijî emperyalîzm û mêtîngeriyê bê kirin, wezîfeyeke ku PKK û gelê Kurd were bîranîn û got, "Bi wesîleya 35. salvegera damezrandina tevgera azadiyê ya Kurd, em şehîdên xwe yên leheng ên vê rojê deyndarên wan e bi minetdarî bibîr tînin û soza xwe ya jîndarkirina têkoşîna wan dûbare dikin."
Piştî axaftinan Ozan Serdar, Bengî Agirî, Zozan Marget, Rêzan, Bênaw û Demhat derketin ser dikê. Şahî bi helbest û gerandina govendê bi dawî bû.